​​​​​​​Li Efrînê 5 sivîl hatin revandin

Çavkaniyan ji kantona Efrînê diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker 5 sivîl ji navçeyên Raco û Mabata revandin û çarenûsa wan ne diyar e.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di nava du rojên dawîn de 5 sivîl ji navçeyên Mabata û Raco yên kantona Efrînê revandin û ew birin cihekî nediyar.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên Firqet 112 ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Badîna yê navçeya Raco de girt û 3 welatî revandin. Çavkaniyan piştrast kir ku kesên hatine revandin ev in; Mustefa Mihemed Îbiş, Mihemed Xelîl Şaban û Ehmed Arif Îbiş. Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan ew ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çavkaniyan got çeteyên baregeha El-Xezel a girêdayî Lîwa Mihemed El-Fatih a girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyên bi navên Kamîran Sibhî Qasimo û Mihemed Ebdo yên ji gundê Birîmece yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê, revandin. Çarenûsa wan jî ne diyar e.

Tê zanîn ku revandin û berdana li beramberî fidyeyê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve, bi prespektîfên istîxbaratên dewleta Tirk li herêmên ku hatine dagirkirin, didomin.

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din