Li Efrînê binpêkirin dewam dikin û cîhan bê deng e

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên li herêmên Şehbayê ku hêzên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê lê belav in, bombebaran kirin. Şêniyan daxwaz ji van hêzan kir ku bi erka xwe rabin û parastina sivîlan bikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di herêmên Mare, Ezaz û Efrînê careke din gund û herêmên kantona Şehba û Efrînê bombebaran kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Mareyê şevê din gundê Um El-Hûş ê girêdayî navçeya Ehres li kantona Şehbayê bi dehan top kir hedefa xwe.

Her wiha artêşa Tirk a dagiker di binpêkirinên xwe yên der heqê sivîlan de dewam dike. Di demekê de ku hêzên cîhanî û rêxistinên mirovî û bi taybet hêzên rejîm û Rûsyayê li wan herêman hene û bê deng mane.

Der barê mijarê de şêniyên Efrînê yên li gundê Um El-Hûş dimînin ji ANHA`yê re axivîn û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê şermezar kirin û bêdengiya rejîma Sûriyê û Rûsyayê şermezar kirin. Şêniyan bang li rêxistinên mafparêz û mirovî kir ku destwerdanê bikin û van binpêkirinan bidin rawestandin.

Welatiyê bi navê Ebdilhemîd Ismayîl got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên ewle ku sivîl lê ne, zêdetirî 10 top avêtinê da ku gundan vala bike û dagir bike.

Ismayîl tekez kir ku tiştê ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê dikin, hemû zagonên navneteweyî û mafan binpê dikin û tekez kir ku ew ê di berxwedana xwe de dewam bikin.

Her wiha welatiyê bi navê Mistefa Reşîd der barê mijarê de wiha got: "Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê şevê din gundên Um El-Hûş û Herbel kirin hedef."

Welatiyê bi navê Fayîq Ibrahîm jî îşaret bi hebûna hêzên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê li herêmên ku rastî bombebaranê tên, kir û wiha got: "Li herêmên Şehbayê, hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê hene ku îdia dikin ew wan herêman diparêzin, lê her du di bêdengiya xwe de mane."

Ibrahîm bang li hemû rêxistinên mafparêz û mirovî kir ku li kêleka gel bisekinin û binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê bidin rawestandin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din