Çeteyên "Feyleq El-Şam" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Kêla yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê, dest danîn ser tevahî darên zeytûnan ên aydê sivîlên hatine koçberkirin.
Çeteyan, bi hinceta ku bavê wî li herêmên Rêveberiya Xweser e dest danîn ser zeytûnên welatiyê bi navê Seydo Hesen.
Her wiha komên çete yên navborî pêwîstiyên xwe yên rojane bi deyn ji şêniyên gund peyda dikin û zorê li şêniyan dike deynên li ser wan bide.
Li aliyekî din çeteyên li gundê Meydankê kabloyên dar û kerhebeyê qut kirin û firotin.
ANHA