Li Efrîn çete bi hev ketin, kuştî û birîndar hene, li Serêkaniyê jî alozî

Li bajarê Efrînê ya dagirkî di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de şer derket, hate ragihandin ku kuştî û birîndar hene. Li bajarê Serêkaniyê di navbera komên çete û artêşa dagirker de nakokî derket.

Li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatine girtin, di navber koma çete ya bi navê "Cebha El-Şamiya" û "Lîwa 51" şer derket.

Çavkaniyan diyar kirin ku di şerê ku sedema wê nehat naskirin de çeteyek ji Koma Lîwa 51 bi navê Ehmed Zekeriya Hîlan hat kuştin û 5 çeteyên din ji herdu koman birîndar bûn.

Çavkaniyan gotin, di şer de top û moşek hatin bikaranî, ev yek tirs di nava şêniyan de çêkirin.

Li aliyekî din  li navçeya Şeranê kesên nenas bombeyên destan avêtin komeke çeteyan, di encamê de 3 çete hatin kuştin û hejmarek din birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku li ser tevna civakî hatin parvekirin li bajarê Serêkaniyê ya dagirkî komek çete li dijî artêşa Tirk a dagirker xwepêşandan lidar xistin û xwestin wan bi komeke din veguhêzên û ji Serêkaniyê derxînin. Her wiha daxwaza mûcên xwe kirin ku du meh in negirtin. Hate diyarkirin ku Polîsên Leşkerî" yên girêdayî istîxbarata Tirkiyê 50 çete yên ku çeteyên ku derketibûn xwepêşandanê girtin.

ANHA


Mijarên Din