Li Efrînê çete ji bo dizîna şûnwaran Girê Hisê vedikolin

Çavkaniyên ji gundê Sêmalka diyar kir ku çete Girê Hisê yê dîrokî ku dikeve rojavayê gund, da ku şûnwaran jê bidizin, vedikolin.

Ji dema ku kantona Efrînê di 18`ê Adara sala 2018`an de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin, dagirkeriya Tirk cihên dîrokî wêran dike. Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker yek ji cihên herî dîrokî li Efrînê; Girê Eyn Dara bombebaran kir.

Çavkaniyên ji hundirê gundê Sêmalka yê girêdayî navçeya Mabata ya kantona Efrînê, ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk li navçeya Mabata, Girê Hisê yê dîrokî ku dikeve rojavayê gund vedikolin da ku li şûnwarên dîrokî bigerin.   

Her wiha heman çavkaniyan got ajanên girêdayî dagirkeriyê Tirk, çete birin gir û dema hewl dan gir vekolin, şer di navbera wan de deket. Çavkaniyan tekez kir ku piştî lihevkirinên di navbera çeteyan de, niha dest bi kolandina Girê Hisê kirin.

Ji aliyekî din ve jî, çavkanî anî ziman ku sîxuran mal û milkên şêniyan ên ku dizîne, li kêleka mala xwe danîne û difiroşin, di heman demê hevkariya çeteyên dagirker di wêrankirina malên şêniyan de dikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din