Li Efrînê çeteyan îşkence li kalepîrekî kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê îşkence li kalepîrekî ji navçeya Mabata ya Efrînê kir.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kiryar dermirovî û revandina sivîlên Efrînê didomîne.

Çavkaniyekî ji Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk îşkence li welatiyê bi navê Mihemed Umer Hemdûş (73) kir. Çavkanî destnîşan kir ku dest û pêyên Mihemed Umer hatine şikandin.

Tê zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh welatiyê bi navê Hemade Hisên Henîf ê ji gundê Bilîlka yê navçeya Racoyê kuşt.

Heta niha çarenûsa bi sedan şêniyên Efrînê ne diyar e.

(bx)

ANHA

 


Mijarên Din