Li Efrînê ciwanan direvînin û bi darê zorê dişînin şer

Leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker di rojên dawîn de gelek ciwan ji gundên Efrînê revandin. Li gorî agahiyan bi darê zorê ciwanan dişînin cepheyê. Her wiha çeteyan kesekî ku sîxurî ji wan re dikir  jî kuşt.

Binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Çete rojane lbi ser gund û malan de digirin û welatiyan direvînin.  

Çavkaniyên ji Efrînê ji ANHA’yê re ragihand ku duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şiyê di van rojên dawiyê de gelek ciwan revandin, ji bo ku wan bi darê zorê bibin xetên cebheyê. Li gorî agahiyên berdest, komên çete yên bi navên Lîwa Weqas û Lîwa Sultan Mihemed Fetah li navçeya Şiyê li gundên Anqelê, Hikiçê, Senarê, Merwaniyê, Çeqelê Ortê gelek xortên Kurd girtine.

Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê di 15’ê Tîrmehê de bi desteka koma çete ya bi navê Feylaq El-Şam ji gundê Îska 3 kes revandin, kesên ku hatine revandin: Mihemed Cemal Xelo, Omer Cuma Nazo û Omar Mihemed Nazo.

Nûrî Cimo Eşref ê ji navçeya Cindirêsê yê gundê Şadirê ku 60 salî ye, ji aliyê koma çete Feylaq El-Şam ve hate revandin, her weki din jî ji heman gundî 2 kesên din hatin revandin, lê navên wan nehatin zanîn.

Dîsa duh artêşa Tirk a dagirker danê êvarê eraziyê di navbera gundên Kîmar û Soxankê de da ber agir.

Li Şerayê 5 kes revandin

Her wiha duh li navçeya Şera çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Dîkmetaşê de girt û 5 kes revandin, kesên ku hatin revandin: Yusif Hanîf, Liqman Fehmî Mihemed, Kerîm Alî Cuma, Abdu Hamîd Hamze û Riyad Alî Cima.

Her wekî din jî li gorî agahiyan gelek kesên din hatine revandin lê belê navên wan nehatine zanîn.

Hêjayî gotinê ye ku welatiyê bi navê Riyad Cima ku berê hatibû revandin û ji bo berdana wî pere hatibû dayîn, duh dîsa çeteyan girt.

Çeteyan sîxurekî xwe jî kuşt

Her wiha hate zanîn ku kesekî bi navê Hisên Cafer ê ji gundê Metîna yê navçeya Şerayê ku sîxurî ji artêşa Tirk û çeteyên wê re dikir, piştî dagirkeriya artêşa Tirk a li ser Efrînê, ev kes kete pêşiya çeteyan û gelê sivîl dida girtin û her wekî din jî di saziyên çeteyan de xebitiye. Hisên Cafer pêr ji aliyê çeteyan ve hatiye kuştin û heta vê gavê tu kes nizane ka bi çi şêwazî hatiye kuştin.

ANHA


Mijarên Din