Li Efrînê di nava 15  mehan de 67 bûyerên kuştinê hatin belgekirin

Li Efrîn a ku ji aliyê artêşa û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di nava salek û 3 mehan de 67 sivîl hatin kuştin û zêdeyî hezar û 100 kes hatin revandin.

Ajansa me ANHA ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê (18‘ê Adara 2018‘an) heta meha Hezîrana 2019‘an kuştina 67 sivîl li Efrînê belge kir. Şênî di bin êşkenceyê, gulebaran, darvekirin û bi cûreyên din hatine kuştin.

67 sivîl hatin kuştin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di Adara 2018‘an de ciwanê bi navê Muherem Xoce yê ji gundê Çeqlê yê navçeya Şiyê revandin. Cenazeyê Muherem kuştî hate dîtin û şopên êşkenciyê lê hebûn.

Her wiha çeteyên dagirkeriya Tirk sivîlên bi navên Hisên Ebdulrehman Hisên ê 24 salî û Welîd Soranî Cemîl ê 18 salî ji gundê Çeqlaya Coma ya navçeya Cindirêsê li hewşa dibistaneke li bajarê Efrînê bi guleyan kuştin. Gund dorpêç kirin û nehiştin ku gundî cenazeyên wan bibînin dema ku li goristanê defin dikirin.

24‘ê Adara 2018‘an li gundê Qîbarê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê mayîneke ku çeteyan bi cih kiribû bi welatiyên bi navên Ebdo Fûad Nasir û Fûad Heso Ebdo Nasir ve teqiya. Di dawiya meha Adara 2018‘an de çeteyên dagirkeriya Tirk welatiyê bi navê Umer Memo Şemo yê 66 salî yê ji gundê Qîbarê bi guleyan qetil kir.  Her wiha welatiyê bi navê Bîlal Hemo yê 65 salî yê ji gundê Xelalkê yê navçeya Bilbilê ku binpêkirinên çeteyan li gund red kir di Nîsana 2018‘an de ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin.

Çeteyên dagirkeriya Tirk welatiyê bi navê Henan Nasan revandibûn, di 7‘ê Nîsana 2017‘an de di bin êşkenceyeke giran de qetil kirin. Çeteyên Silêman Şah a ser bi dagirkeriya Tirk ve welatiyê binavê Ebdo Arif Îbrahîm ê ji gundê Kaxira yê navçeya Mabatayê di bin êşkenceyê de qetil kirin.

Çeteyan dengbêjê gelerî yê Efrînê Qadir Mihemed û kurê wî Xalid ên ji gundê Celemê yê Cindirêsê revandibûn, cenazeyê herduyan di 29‘ê Nîsana 2018‘an de li gundê Berad ê navçeya Şêrawayê hatin dîtin û şopên êşkenceyê lê hebûn.

Roja 4‘ê Gulana 2018‘an li gundê Qestel Xediriya yê navçeya Bilbilê mayînek bi welatiyê bi navê Şiyar Henîf teqiya. Mayîn di dema ku Henîf zeviya xwe cot dikir de teqiya. Di encam de Henîf jiyana xwe ji dest da.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, kesên ku pirsa çarenûsa xizmên xwe yên hatine revandin dikin, yan dikujin an jî êşkence dikin. Welatiyê bi navê Receb Şûkirî Reşîd ê ji gundê Derwîş ê navçeya Racoyê dema ku pirsa kurê xwe yê hatî revandî dikir, di 14‘ê Gulana 2018‘an de ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê ve bi guleyan hate kuştin.

Welatiyê bi navê Mustefa Ebdo Şahîd ê ji gundê Avraz ê navçeya Mabata di 22‘ê Gulana 2018‘an de di sergirtina li ser mala wî ya li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajarê Efrînê de ji aliyê çeteyan ve hate kuştin.

Welatiyê bi navê Ehmed Şêxo yê ji navçeya Şiyê di 11‘ê Hezîrana 2018‘an de piştî ji aliyê çeteyan ve hate êşkencekirin, hate kuştin.

Çeteyan, welatiyê bi navê Rifet Hemîd Hemdûş ê ji gundê Kefer Cena yê navçeya Şerayê revandibûn, rexmî ku malbata wî ji bo serbestberdanê fidiye dabû, lê di 12‘ê Hezîrana 2018‘an de di bin êşkenceiyê de hat kuştin.

20‘ê Hezîrana 2018‘an, çeteyan girtin ser mala welatiyê bi navê Samî El-Hewa û bê sedem gule lê reşandin û ew kuştin.

Ciwanê bi navê Kemal Mihemed Elî yê 17 salî yê ji gundê Burc Ebdalo yê navçeya Şêrawayê di 26‘ê Hezîrana 2018‘an de di rewşeke ne zelal de hate kuştin. Her wiha welatiyê bi navê Ehmed Îbrahîm ê ji gundê Xelîlka yê navçeya Bilbilê di 27‘ê Hezîranê de hate qelilkirin.

Çeteyên li ser sînor, di 27‘ê Hezîrana 2018‘an de bombe avêtin mala welatiya bi navê Fatima Hemkê ya ji gundê Qetmê yê navçeya Şerayê, di encamê de Fatima jiyana xwe ji dest da.

Her wiha welatiyê bi navê Arif Hisên Celo yê 63 salî ji gundê Qentera di 29‘ê Hezîrana 2018‘an ku mayîneke di mala wî de teqiya hate kuştin

2‘ê Tîrmeha 2018‘an welatiyê bi navê Mihemed Îbiş ê ji gundê Hac Hesna yê navçeya Cindirês ji ber êşkenceya çeteyan lê kiribûn jiyana xwe ji dest da.

Di destpêka meha Tîrmeha 2018‘an de çeteyan li gundê Berad ê navçeya Şêrawayê piştî ku mal û milkên Hemdî Ebdo (70) û hevjîna wê Sultana Xelîl Nasro (60) talan kirin ew di mala wan de bi guleyan qetil kirin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di 8‘ê Tîrmeha 2018‘an jina ducanî ya bi navê Dilovan Îsmet a ji gundê Cilbirê ya navçeya Şêrawayê dema dixwest bi gelek sivîlan re sînor derbas bikin, qetil kirin.

Çeteyên Ehrar El-Şerqiya welatiyê bi navê Hisên Şêxo yê 52 salî ji gundê Moskê yê Racoyê revandibûn û piştî sê rojan di 12‘ê Tîrmeha 2018‘an de ew  qetil kirin.

13‘ê Tîrmeha 2018‘an ji ber teqîna mayînekê di nava zeviyên zeytûnan de zaroka 13 salî Fehîma Seydo ya ji gundê Xazayana yê Mabatayê  hate qetilkirin. 22‘ê heman mehê welatiyê bi navê Elî Gule Xeyrî yê ji gundê Burc Heyder ê navçeya Şêrawayê ji ber teqîna mayînekê bi erebeya wê ve hate kuştin.

15‘ê Tîrmeha 2018‘an welatiyê bi navê Samî Hac Xelîl ê ji gundê Sesna yê navçeya Cindirês piştî hate revandin bi êşkenceyê hate kuştin.

25‘ê Tebaxa 2018‘an welatiyê bi navê Seyîd Mihemed Tetar ê 53 salî ji gundê Ereba yê navçeya Mabata  piştî ku ji aliyê çeteyên El-Fatih ve hate revandin, di bin êşkenceyê de hate kuştin.

Ismet Hebeş Henan Dîko yê ji gundê Qasim ê navçeya Racoyê di 15‘ê Îlona 2018‘an ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.  

Bûyera kuştina Mihemed û hevjîna wê û kurên wan Can ên ji gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê rastî nerazîbûneke tund a şêniyan hat. Malbata Pîro ji ber kiryaran çeteyan li Efrînê hewl didan birevin di 23‘ê Cotmeha 2018‘an li ser rêya gundê Beradê di encama teqîna mayînên çeteyan de hatin qetilkirin.

Ciwanê bi navê Ehmed Mehmûd Nasir ê ji gundê Feqîra di 24‘ê Cotmeha 2018‘an de ji ber teqîna mayînekî jiyana xwe ji dest da. Her wiha welatiyên Elî Beşîr Osman (40), birayê wê Mihemed Osman (38) li gundê Kolîka Jorîn ê navçeya Racoyê di 29‘ê Cotmehê ji ber teqîna mayînekê ku li zeviyên wan hatibû bicih kirin, jiyana xwe ji dest dan. 17‘ê Mijdara 2018‘an welatiyê bi navê Îsmaîl Îbiş û Hemze Îbiş ên ji gundê Sereya yê navçeya Bilbilê di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest dan.

Jina bi navê Eyşe Henan (80) ji gundê Burc Ebdalo yê navçeya Şêrawayê piştî mal û milkên wê ji aliyê çeteyan ve hate dizîn, di 8‘ê Mijdara 2018‘an de hate xeniqandin.

22‘ê Mijara 2018‘an çeteyan li gundê Bexçê yê navçeya Bilbilê avêtin ser mala malbata Xelo û zarokê bi navê Hesen Xelo yê 15 salî qetil kirin.

Çeteyên dewleta Tirk di 8‘ê Kanûna 2018‘an de girtin ser kargeha givaştina zeytûnan ya welatiyê bi navê Henîf Reşîd yê 54 salî yê ji gundê Qornê yê navçeya Bilbilê û ew qetil kirin.

Di teqîna ku di 13‘ê Kanûna 2018‘an de li navenda bajarê Efrînê rû dabû de welatiyê bi navê Zekî Dadelî hate kuştin.

16‘ê Kanûnê di teqîna erebeyeke Van li Sûkulhal de "Mihemed Hec Elî yê gundê Coqa, Şiyar Şukirî Hisên ê ji Racoyê, Ebdulfetah Seydo yê gundê Kurzêlê yê Şêrawayê, Şukirî Mewlûd ê ji gundê Qudê yê navçeya Racoyê, Mihemed Osman Naso ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabatayê û Kamîran Menan Elî Bin Nebî yê ji gundê Avraz ê navçeya Mabatayê" hatin kuştin.

Çeteyan 31‘ê Kanûnê gule li ciwanê astengdar Nişet Silêman ê ji gundê Mîrkanê reşandin û ew birîndar kirin.

Ciwanê bi navê Mihemed Emîn Hesen ê 25 sal ji gundê Kefer Sefra yê navçeya Cindirêsê ku 6 mehan hatibû revandin di destpêka Çileya 2019‘an bi êşkenceyê hate kuştin.

Zarokê bi navê Ebdulrehman Ebdo yê ji gundê Kefer Sefra ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.

20‘ê Çileyê welatiyê bi navê Cemîl Ehmed Bekir ê ji gundê Xelîlka yê navçeya Bilbilê di teqînekê de ku li navenda bajarê Efrînê pêk hatibû de hate kuştin.

Cenazeyê welatiyê bi navê Egîd Mihemed Şêx Hesen di navîna Çileya 2019‘an de li nêzî gundê Avraz ê navçeya Mabatayê hat dîtin.

7‘ê Sibata 2019‘an welatiyê bi navê Fayiq Henan ê ji gundê Berbenê yê navçeya Racoyê ku du rojan winda bûbû, di mala wî de darvekirî hate dîtin.

Kesek ji Xûtaya Şamê ku li Efrînê hate bicihkirin di 10‘ê Sibata 2019‘an gule li welatiyê bi navê Elî Qender ê 85 salî reşand û ew qetil kir.

Li navenda bajarê Efrînê di 21‘ê Sibata 2019‘an de ji ber teqînekê welatiyê bi navê Cîhad Osman ê 40 salî ku ji navçeya Şiyê bû hate kuştin.

Ciwana bi navê Lovîn Xelîl Nûrî ya ji gundê Keferrom ê navçeya Şerayê dema dixwaset sînor derbas bike û derkeve Ewropayê di 9‘ê Sibata 2019‘an de ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve hate kuştin. Her wiha welatiya bi navê Huda Ehmed Mûsa ya ji gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê jî di Adarê de bi heman hincetê hate kuştin.

Cenazeyê dermanfiroşê bi navê Mihemed Hemo Xelîl ê ji gundê Birîmcê yê Mabatayê di 12‘ê Adara 2019‘an li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê hate dîtin.

1‘ê Gulana 2019‘an ji ber teqîna mayînekê li gundê Kebaşînê welatiyê bi navê Mihemed Ebdo Bin Ebdo Xelîl jiyana xwe ji dest da.

15 ‘ê Gulana 2019‘an welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm ê ji gundê Xelîlka yê navçeya Bilbilê ji aliyê çeteyan ve hate êşkencekirin, erebeya wî û pereyên wî hatin talankirin.

Welatiyên bi navê Reşîd Hemîd Xelîl ê ji gundê Bîlê yê navçeya Bilbilê û Şerefedîn Seydo û zarokê bi navê Reşîd Hemîd li Ezazê hatibûn revandin. Dîmenên hersêyan ku çavên wan girêdayî bû li ser tevna civakî belav bibûn. Heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

28‘ê Gulana 2019‘an di şerê di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û Ehrar El-Şerqiyê yê  li navçeya Cindirês de welatiyê bi navê Silêman Tobal ê 35 salî ji ber guleyên bê serûber hate kuştin.

Her wiha welatiyê bi navê Ebdulrehman Şêx Bîlal (36) û Henan Hisên ê 34 salî li gundê Şêx ê Racoyê bi guleyan hatibûn kuştin, cenazeyên wan di  8‘ê Hezîrana 2019‘an li navçeya Mabatayê hatin dîtin.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din