Li Efrînê di navbera çeteyan de şer derket

Çavkaniyên herêmî ji hundirê bajarê Efrînê diyar kir ku li navçeya Raco di navbera komên Hemzat û Ehrar Şerqiye de li ser parvekirina mal û milkên welatiyan şer derket.

Çavkaniyên herêmî ji hundirê navçeya Racoyê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku şevê din di navbera Ehrar Şerqiye ku li navenda Racoyê xwe bi cih kirine û koma Hemzat ên li gundê Hac Xelîl ê girêdayî navçeya Racoyê şer derket.

Li gorî çavkaniyan şer ji ber parvekirina mal û milkên welatiyan derket.

Li gorî çavkanî şer bi çekên sivik hat kirin û sivîlan di malên wan de girtin.

Malbat ji Idlibê gihîşt Efrînê

Ji ber bombebarana balafirên Rûsyayê li ser bejahiya Idlibê bi dehan malbatên koçber ji bajarokê Kefer Nibul ê bejahiya Idlibê gihîştin gundê Hac Xelîl û li gundên din jî belav bûn.

(bx)

ANHA

 

 

 

 


Mijarên Din