Li Efrînê di navbera komên çete de şer derket: Zarokeke hate kuştin

Li kolana Vêlatan a bajarê Efrînê di navbera komên çeteyan ên girêdayî artêşa Tirk de şer derket, di encamê de zarokek hate kuştin.

Çavkaniyên taybet ji hundirê navenda bajarê Efrînê ragihand ku li kolana Vêlat a navenda bajarê Efrînê di navbera çeteyên bi navê Firqa Nehan (Tasîa) û komên çeteyên din de şer derket, lê sedema şer nehat naskirin.

Di  encama şer de zarokekî temenê wî sal û nîvek hate kuştin.

Li herêmên ku dewleta Tirk dagirkirine her tim di navbera komên çeteyan de ji ber di parvekirina malên sivîlan ên ku didizin li hev nakin, şer derdikve.

(eh)

ANHA


Mijarên Din