​​​​​​​Li Efrînê du teqîn rû dan

Li bajarê Efrînê du teqîn rû dan. Têkildarî encamên teqînan agahî nehatin bidestxistin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin  mayînek li ser rêya Racoya –bajarê Efrînê teqiya. Hate gotin ku teqîn li nêzî benda kontrolê ya "Polîsên leşkerî" ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker pêk hat.

Li aliyekî din jî hate ragihandin ku motorsêklêteke bombebarkirî benda kontrolê ya çeteyan a li ser rêya Efrîn-Ezazê kir hedef.

Derbarê encamên teqînan de agahî nehatin bidestxistin.

ANHA


Mijarên Din