Li Efrîn û Ezazê 2 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan bi rêzeçalakiyên bi bandor li herêma Efrîn û Ezazê leşker û çeteyên dewleta dagirker a Tirk kirin armanc û çete û leşkerekî dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên wan ên li Efrîn û Ezazê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

"Di dîroka 8‘ê Pûşperê de, hêzên me bi çalakiyekî sekvanî serçeteyê koma çete Polîsên Leşkerî yê bi navê Mehmûd Camûs li ser rêka Efrîn – navçeya Mabata kirin armanc, di encamê de ew serçete hat kuştin.

Di dîroka 8‘ê Pûşperê de, hêzên me bi çekên giran navendeke leşkerî ya artêşa dagirker a Tirk li gundê Kilcibrîn yê girêdayî herêma Ezazê kirin armanc. Di encamê de 1 leşkerê Tirk û 3 endamên koma çete ya bi navê Lîwa 55 birîndar bûn.

Di dîroka 8‘ê Pûşperê de yekîneyek me çalakiyeke sabotajê li hember seyareyek leşkerî ya girêdayî çeteyên Tabûra Muntesir Billah li herêma Senayê ya li navenda bajarê Efrînê lidar xist, di encamê de seyare derb xwar, lê derbarê kuştî û birîndarên çeteyan agahî bi dest neketin."

ANHA


Mijarên Din