Li Efrîn û Ezazê 7 leşker û çete hatin kuştin

HRE’ê daxuyand ku di rêzeçakiyên wan ên dawîn ên li Efrîn û Ezazê de 7 leşker û çeteyên artêşa Tirk hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku yekîneyên wan di 8 û 9 Hezîranê de li Efrîn û Ezazê li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî li dar xistine û di van çalakiyan de herî kêm 7 leşker û çete hatine kuştîn û 10 jî birîndar bûne. Her wiha di çalakiyan de erebeyeke barbir a çeteyan jî hate rûxandin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me bi rêzeçalakiyan li herêma Efrîn û Ezazê leşker û çeteyên dewleta dagirker a Tirk kirin armanc û herî kêm 7 leşker û çete kuştin.

Di 8’ê Pûşperê (Hezîran) de yekîneyek me êrîş bir ser baragehekî çeteyên Ehrar El-Şam li gundê Ebla yê girêdayî herêma Ezazê. Di encamê de şer di navbera şervanên me û çeteyan de rû da û çeteyê bi navê Mihemed El-Xetîb hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

Di 9’ê Pûşperê de hêzên me çalakiyeke bibandor li hember baregehekî artêşa dagirker a Tirk a li gundê Meryemînê li navçeya Şera li dar xist. Di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker birîndar bûn.

Di 9’ê Pûşperê de hêzên me baregehekî çeteyên Cebha El-Şamiye ya li gundê Vêlat El-Qadî li navçeya Şera bi çalakiyekî hedef girtin, di çalakiyê de 4 çeteyên koma navborî hatin kuştin û 3 jî brîndar bûn.

Di 9’ê Pûşperê de hêzên me seyareyek leşkerî ku sotemenî ji bo baragehên çeteyan ên li gundê Meryemînê li navçeya Şera vediguhest, hedef girtin. Di encamê de seyareya leşkerî hat rûxandin, lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahî bi dest neketin.

Di encama rêzeçalakiyên hêzên me de herî kêm 7 leşker û çeteyên dewleta dagirker a Tirk hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.”


Mijarên Din