Li Efrînê guhertina demografîk: 64 hezar kes hatin bicihkirin

Dagirkeriya Tirkiyê di çarçoveya polîtîkayên guhertina demografiya Efrînê de 60 hezar kesên ji malbatên çeteyên li Idlibê li Efrînê û deverên Şehbayê ku dagir kirine, bi cih kirin. Bi vê yekê hejmara kesên hatine bicihkirin, gihîştiye 64 hezar kesî.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê ku ji zêdetirî salekê ve dagirkirî ye, polîtîkayên guhertina demografiya herêmê didomîne, nemaze piştî ku şêniyên wê yên resen bi darê zorê dan koçberkirin. Hêzên dagirker di vê çarçoveyê de malbatên çeteyan ên ji Idlibê li kantona Efrînê û herêmên Ezaz, Bab, Cerablus û Raiyê bi cih dikin.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bi hemû rêbazên nerewa yên li dijî qanûnên mafên mirovan zextê li şêniyên Efrînê yên resen dikin da ku ji herêmên xwe derkevin ji bo ku dest deynin ser mal û milkên wan û malbatên ji derve li cihê wan bi cih bikin.

Çavkaniyekî taybet ji ANHA‘yê re diyar kir ku derdora 190 hezar kesên ji malbatên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ji Idlibê anîn û li Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablus û Raiyê bi cih kirin.

60 hezar kes li Efrînê hatin bicihkirin

Ji destpêka meha Gulanê ve nexasim piştî dijwarbûna şerê di navbera çeteyên dagirkeriya Tirkiyê û hêzên rejîmê de li gundewarên Idlib û Hemayê, bi hezaran malbatên çeteyan, bi taybet çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) berî da herêma Efrînê.

Çavkaniyan diyar kir ku ji 190 hezar malbatên çeteyan, 60 hezar li kantona Efrînê hatin bicihkirin.s

Dagirkeriya Tirkiyê hewl dide bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan guhertina demografîk û qirkirina etnîk der heqê niştecihên resen de pêk bîne û di encamê de wan ji herêmê derxe.

Ajansa me ANHA‘yê di 4‘ê Hezîranê de li ser vê mijarê  nûçeyek bi sernavê "4 hezar kes ji Idlibê li Efrînê hatin bicihkirin" weşandibû.
https://hawarnews.com/kr/haber/4-hezar-kes-ji-idlib-li-efrn-hatin-bicihkirin-h17698.html
li gorî agahiyên nû ku hatine bidestxistin, 60 hezar kes ji malbatên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li Cindirês, Şiyê, Bilbilê, Şera û navenda bajarê Efrînê hatin bicihkirin.
Bi vê yekê hejmara kesên ku piştî şerê li Idlibê hatin bicihkirin, bû 64 hezar kes.
Kampên bêserûber
Hêzên dagirker, malbatên çete ne tenê di malên niştecihên resen de bi cih kirin, di heman demê de li gundên Dêrbelût ê Cindirêsê û kampa Etmê jî bi cih kirin, li gundê Mele Xelîl ê Cindirêsê jî kampên bê serûber vekirin.
ANHA


Mijarên Din