Li Efrînê kesên ku pere nedin çarenûsa wan ne diyar e!

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek zeviyên çandiniyê şewitandin, welatiyek revandin û yekî din bi guleyê li navçeya Cindirêsê birîndar kirin. Her wiha binpêkirinên çeteyên El-Emşat li navçeya Şiyê didomin.

Çavkaniyên ji hundirê kantona Efrîna dagirkirî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker roja pêncşemê li daristanên gundên Beidîna, Edamo û Meydana yên navçeya Raco şewitandin. Bi vê yekê qadên ku li kantona Efrînê hatine şewitandin gihaşt zêdetirî 14 hezar hektaran.

Artêşa Tirk a dagirker careke din zeviyên çandiniyê li gundên ser sînor li navçeya Şêrawa mîna gundên Soxankê, Basilê, Dîr Mişmiş, Kîmarê û Eqbiyê şewitandin. Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku zêdetirî 2 hezar darên zeytûnê û bi dehan donimên çandiniyê hatin şewitandin.

Li aliyekî din, li gorî agahiyan dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê welatiyê bi navê Mistefa Bin Misto Hesîn roja pêncşemê revand ku ji taxa El-Tehtaniyê ya navçeya Cindirêsê ye. Welatî dema ku pezê xwe li nav zeviyên navçeyê diçêrand, hate revandin û çarenûsa wî ne diyar e.

Her wiha birayê Mistefa Bin Misto Hesîn, Mihemed Bin Misto li ser rêya Til Selorê bi guleya çeteyan beriya çend rojan birîndar bûbû.

Çavkaniyekî din ji navçeya Şiyê ragihand ku çeteyên El-Emşat li ser sivîlên ku alavên wan ên çandiniyê hene ferz kir ku 200 dolar bidin û yên ku erşên wan ên tirî hene 100 dolar lê ferz kir. Çavkanî got çeteyan ji gundê Alkana û Hec Bîlal binpêkirin kirine û dest bi ferzkirina bacan li ser şêniyên gundê Xelîl kiriye.

Çavkanî ragihand ku çeteyan gotiye kesên ku pere nedin, dê çarnûsa wan ne diyar be.

(jo)

ANHA


Mijarên Din