Li Efrînê kiryarên revandina sivîlan berdewam in

Li navçeya Şiyê ya Efrînê, artêşa Tirk a dagirker di rojên dawîn de bi dehan sivîl revandin. Di heman demê de agir bi daristanên Mabatayê xistin.

Çavkaniyên herêmî ji Efrînê ji ajansa me re tekez ku di van du rojan de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan şêniyên gundên Enqelê û Merwaniyê revandin.

Ajansa me navên çend kesên ku hatine revandin bi dest xistin û navên wan ev in: Arif Mihemed, Abdo, Azad Kemal, Kemal Mihemd Abdo û Abdo ku ji gundê Enqelê ne û Xelîl Henan, Hanî Abdo Sîdo, Heysem Menan Bakîr ji gundê Merwaniyê ne.

Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daristanên derdora gundê Kaxrê jî şewitandin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din