​​​​​​​Li Efrînê mayînek teqîya: 1 mir 1 birîndar bû

Çavkaniyên ji nava bajarê Efrînê yê dagirkirî ragihandin ku li navçeya Racoyê mayînek bi traktorekê ve teqiya ku cotkarekî û hevsera wî lê bûn. Di encamê de hevsera wî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên ji hundir bajarê Efrînê yê dagirkirî, dema ku Nazimî Henan Ismaîl (96) û hevsera xwe Emîne Hisên (60) di nava erdê xwe yê li gundê Qasim ê navçeya Racoyê bûn, mayînek bi wan ve teqiya.

Çavkanîyê destnîşan kir ku Emîne Hisên jiyana xwe ji dest da û Nazimî Ismaîl birîndar bûn. Şêniyan birîndar rakir nexweşxaneyeke bajarê Efrînê.

ANHA


Mijarên Din