Li Efrîn motorsiklêtek teqiya

Îro li kantona Efrînê motorsiklêtek teqiya. Li gorî agahiyan ku yek ji çeteyên Ehrar Şamiye, birîndar bûye.

Çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku li kolana siyasiye ya navenda Efrînê motorsiklêtek bomebarkirî teqiya. Di encama wê de yek ji çeteyên Ehrar Şamiye ku nêzî cihê bûyerê bû, birîndar bû.

Piştî ku kantona Efrînê ji aliyê arêtşa Tirk a dagirker û çeteyê wê ve hatiye dagirkirin, rewşa wê ya ewlehî ne base. Li wê derê revandin, kuştin û teqînên cûda li piraniya herêman çêdibin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din