Li Efrînê revandin û veguhastina şûnwaran a ber bi Tirkiyê ve didomin

Çeteyên artêşa dagirkeriya Tirkiyê 10 şêniyên navçeya Mabata revandin. Di heman demê de, talankirin, dizîna şûnwarên Efrînê û wêrankirina xêrûbêrên çandiniyê berdewam in.

Li gor çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî, çeteyên artêşa dagirkeriya Tirkiyê li navçeya Mabata beriya 2 rojan 10 şêniyên navçeyê revandin.

Di heman rojê de jî, dagirkeriya Tirk hejmareke şênî ji gundê Gulîkê yê di navbera gundên Avrazê û Gobekê de yê navçeya Mabata revand. Navên wan wiha ne; Rêzan Henan Hesen, Mihemed Mehmûd Hemû, Fadil Yasîn Hesen û Fexrî Mihemed Hemo.

Girêdayî hema rojê çavkanî da zanîn ku artêşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li navçeyên kantona Efrînê cihê dîrokî dikolin û şûnwaran dibin Tirkiyê û ya herî dawî jî li gundê Gemrûkê yê girêdayî navçeya Mabata ye. Li gor agahiyên ku bi dest ketine, kolan û lêgerîna şûnwaran di êvarî de tê kirin.

Ji aliyekî din ve jî artêşa dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li derdora Kefircenê bi hezaran darê zeytûnê birîn. Temenê wan daran herî kêm 60 sal e.

(fr)

ANHA


Mijarên Din