Li Efrînê revandina sivîlan didome

Artêşa Tirk a dagirker 2 sivîlên din li Efrînê revandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê welatiyan digirin û direvînin û li beramberî serbestberdana wan fîdyeyê dixwazin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk 2 welatiyên Efrînê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Ajansa me ANHA`yê navên kesên hatine revandin, bi dest xistin; Nûrî Mustefa ji gundê Badîna yê navçeya Raco û Henan Xelîl Cindo ji gundê Miska Jorîn.

Rojane ajansa me rewşên revandinê ku ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ve li Efrînê û gundewarên tên kirin, belge dike. Di nava 3 rojên dawîn de çeteyan 30 sivîl li Efrînê, di nav de jin, revandin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din