Li Efrînê revandina sivîlan didome

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji roja ku Efrîn dagir kiriye û heta niha, kiryar û binpêkirinên li dijî sivîlan didomînin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji roja ku Efrîn dagir kir anku 18`ê Adara 2018`an ve binpêkirin, talankirin, dizî û revandina sivîlan didomînin.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku çeteyên Feyleq El-Şam baskê Îxwanan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Dêrbelût ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê îro di saetên sibê de bi ser gund de girt û 9 sivîl revandin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku navên kesên hatine revandin, wiha ne: Mihemed Menan Silêman ,Mihemed Mihemed Silêman, Luqman Mihemed Abdo, Ehmed Wehîd Şiko, Îsmail Şêx, Bekir Mihemed Belker, Cihad Mihemed Xelîl, Şêxmûs Reşid Tahir, Mehmûd Mihemed Izat Fatûme.

Çavkaniyan destnîşan kir ku kesên hatine revandin, ber bi cihekî nediyar ve hatin birin û çarensûa wan ne diyar e.

(bx)

ANHA


Mijarên Din