Li Efrînê rewşa jinan zehmet dibe

Kiryar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kuştin, tecawizkirin, revandin û zewicandina di temenê biçûk de li dijî jinên Efrînê zêde dibe. Bi vê yekê rewşa jinan li Efrînê zehmet dibe.

Ji roja destpêkê ya dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, jin û îradeya jinên azad ku ji şoreşa Rojava di nava 8 salan de girtiye, dikin hedef.

Revandina jinên Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, li praniya gundên navçeyê û navenda kantona Efrînê didome. Ajansa me ANHA`yê navên hinek jinên ku hatine revandin bi dest xistin:

Roşîn Hebeş Hisên ji gundê Dêr Sewan ê navçeya Şera ye, her wiha di demên dawî de 2 jin ji gundê Gemrok ê girêdayî navçeya Şera û welatiyên bi navên Emîna Hisên, Emîna Daûd Ekaş ên ji gundê Meydan Ekbes ê navçeya Racoyê hatin revandin.

Çarenûsa bi dehan jinên ku ji rojên destepêkê yên dagirkirina Efrînê ve hatine revandin, heta roja îro ne diyar e.

Revandina jinan bi hincetên derew bi awayê veşartî û eşkere tê kirin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tu girîngiyê nadin şêniyan, jinên ciwan bi çekan tehdît dikin û wan ji malên wan direvînin. Ji wan ên ku dema ji malên xwe dereketin da ku pêwîstiyên xwe pêk bînin, hatin revandin.

Dagirker li beramberî serbestberdana jinan bi hezaran dolar ji malbatên wan dixwazin û tecawizê li wan dikin.

Li gorî agahiyên ji hundirê Efrînê ku revandin bi awayekî rojane tê kirin û zêde bûye. Lê ji ber zexta artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser şêniyên herêmê zehmet dibe ku hovîtiya li dijî jinan ji nêz ve were belgekirin.

Destdirêjiya li dijî jinan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendên kontrolê li navçe û navenda Efrînê siwareyan kontrol dikin û wan ji erebeyan peya dikin û bi taybet jinan. Van kiyarên derexlaqî û yên ku nayên qebûlkriin tirsê li gel jin û şêniyan çêdikin. Bi vê yekê armancên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku naxwazin jin ji malê derkevin, têne bicihanîn.

Zewicandina di temenê biçûk de

Li Efrînê zewicandina di temenê biçûk de zêde bûye. Beriya niha zagon û mafên jinan ji hemû aliyan de dihatin parastin. Lê ji ber malbat ditirsin ku keçên wan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bên revandin, neçar dimînin ku keçên xwe bi temenê biçûk de bizewicînin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din