Li Efrînê sûcên mirovî didomin: 6 sivîl hatin revandin

Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li navçeya Racoy a kantona Efrînê 6 sivîlên din revandin.

Li Efrînê sûcên mirovî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan berdewam dike. Çavkaniyan ji gundê Belîlko yê navçeya Racoyê diyar kirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh bi şevê girtin ser gund û 6 kes revandin.

Li gorî çavkaniyanê navê kesên hatine revandin wiha ne "Receb Horor 26 salî, Behzad Dawhûd 33 salî, Elî Hisên 24 salî, Mihemed Hisên 23 salî, Mihemed Reşîd Hemade 55 salî û Mustefa Hemada 24 salî".

ANHA


Mijarên Din