Li Efrînê şer rû dide

Li bajarê Efrînê yê ji aliyê leşker û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin  di navbera çeteyê Tirkiyê û xelkê ji Xûtaya Şamê de şer rû dide.

Li gorî agahiyên ku ji navenda bajarê Efrînê hatine girtin, li taxa Vêlat a bajarê Efrînê vê êvarê di navbera çeteyên koma "Sultan Murad" ya girêdayî dagirkeriya Tirk û xelkên ji Xûtaya Şamê yên li Efrînê hatine bicihkirin şer derket.

Sedema şer nehate zanîn. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Şer hîn jî berdewam e.

ANHA


Mijarên Din