Li Efrînê şewitandina  şêniyekî di rewşên ne diyar de

Li Efrînê şêniyekî jiyana xwe bi sedema şewitandina laşê wî bi giştî bêyî zanîna tu sedeman, ji dest da.

Çavkaniyan ji Efrînê ragihand ku şêniyê bi navê Ristem Misto ji gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê yê kantona Efrînê bi temamî hate şewitandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Çavkanî agahiyên sedemên şewatdandin nikarî bi dest bixistana. Şênî beriya jiyana xwe ji dest bide, ew rakirin nexweşxaneyeke li Efrînê.

Lê çavkanî diyar kir ku şêniyê bi navê Ristem Misto her tim ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve rû bi rûyî astengî û gefan dima.

(fr)

ANHA


Mijarên Din