Li Efrînê sîxurên nû yên dewleta Tirk; mixtar

Artêşa Tirk a dagirker li gelek gundên Bilbilê “mixtar” diyar kirin ku di rejîma Tirkiyê û beriya wê ya Osmaniyan de wek ajanên dewletê dixebitîn.

Çavkaniyên herêmî ji navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ji ajansa me re ragihand ku îstixbaratên Tirkiyê mixtarên ku ne Kurd in, li gundên Kurdan diyar dike.

Di dîroka Tirkiyê de erka mixtariyê ku kar û barên gundan bide meşandin û wê ji bo meşandina karê îstixbaratê yê  dewletê bi kar bîne û zextê li gelan bike û cudahiyê bixe navbera wan.

Li Tirkiyê jî, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan erkeke nû ji wan kesan re û rasterast diyar kir ku bi karê îstixbaratê rabin û gel bişopînin û agahiyan der barê wan de bidin desthilatê.

Her wiha mixtar dikarin agahiyên der barê şêniyan de bi rêya xeta taybet bidin dewletê. Ev bernameya elektronîk ku mixtar li ser agahiyan didin, girêdayî Wezareta Hundirîn a Tirkiyê ye.

Heman çavkaniyan diyar kir ku îstixbaratên Tirkiyê bi armanca guhertina demografiyê mixtarên Ereb û Tirkmen li gundên Şenxîlê, Şîxûrzê, Kokan, Şerqî, Qûrta, Biyaka û Berkaşiyê erkdar kirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din