Li Efrînê talankirina deverên dîrokî didome

Artêşa Tirk a dagirker vekolandina deverên dîrokî yên Efrînê didomîne û şûnwarên wê derdixîne derve.

Çavkaniyekî xwecihî ji Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê girê dîrokî yê Cirnas ê li rojavayê gundê Sinara yê navçeya Şiyê ya Efrînê bi alavên giran kolandin.

Li gorî heman çavkanî dagirkeriya Tirk hemû şûnwarên di gir de dizîn û derxistin Tirkiyê

Beriya çend mehan jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mezara Elî Dada ya dîrokî ya li gundê Senara yê navçeya Şiyê rûxandin û bargeheke leşkerî lê ava kirin.

ANHA


Mijarên Din