Li Efrînê teqîn

Li bajarê Efrînê ya dagirkirî teqînek pêk hat. Tê gotin ku du kes birîndar bûne.

Çavkaniyên ji hundirînê bajarê Efrînê ji ANHA'yê re diyar kirin ku li mayînek li nêzî dibistana Meyselûn a bajêr rû da. Li gorî agahiyên destpêkê du kes birîndar bûn.

ANHA


Mijarên Din