Li Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li kolana Siyasiyê ya li naverasta bajarê Efrînê teqînek pêk hat, di encamê de kuştî û birîndar hene.

EFRÎN

Li kolana Siyasiyê ya li navenda bajarê Efrînê erebeyek bombebarkirî teqiya. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hene.

Li gorî agahiyan teqîn di nava komên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê de pêk hat. Derbarê aliyê ku ev teqîn pêk aniye, ti agahiyên berdest tune ne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din