Li Efrînê teqîn:Çeteyek hat kuştin, 2 çete birîndar bûn

Li kolana Vêlat a navenda Efrînê teqînekê rû da. Di encamê de çeteyek hate kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan erebeya çeteyekî dewleta Tirk a dagirker li kolana Vêlat teqiya. Di encama wê de çeteyek hate kuştin, her wiha 2 çete jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê, erebeya çete ji ber mayineke ku tê de hatibû bicihkirin, teqiya û kesên ku çalakî pêk aniye, nehatin naskirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din