Li Efrînê zilma artêşa Tirk û çeteyan didome

Ajansa me navên gelek kesên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li Efrînê hatin revandin, peyda kirin. Her wiha dagirker rûxandina xwezaya Efrînê û mal û milkên gelê wê û guhertina demografiya Efrînê didomînin.

Roja 18`ê Adara 2018`an rojeke herî tarî di aloziya Sûriyê de ye, piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir, her wiha piştî êrîşên ku 2 mehan dewam kir û tê de çekên pêşketî, balafir û tank hatin bikaranîn.

Ji wê rojê de Tirkiyê û çeteyên wê di pêkanîna binpêkirinan der heqê şêniyên herêmê de û heta xweza, kevir û darên wê ranewestiyaye. Bajarê Efrînê mîna zindaneke mezin tê binavkirin, hin şênî dibêjin ku ji ber binpêkirnên Tirkiyê ew nikarin heta ji malên xwe derkevin.

Di detayên binpêkirinên dawî de, çavkaniyan eşkere kir ku çeteyên Siqûr El-Şemal li ser xwediyên erşên tirî yên li gundê Kemrok, Bîle, Qizilbaşe û Ebûdanî ferz kir ku her kes 10 heta 20 hezar lîre bide.

Li aliyekî din çavkaniyan got çeteyên artêşa Tirk a dagirker 3 malbatên ji gundê Kosa yê navçeya Raco koçber kirin da û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih bikin. Her wiha dagirkeriya Tirkiyê dest danî ser 10 malên gundê Qizilbaş ê navçeya Bilbilê. Ji dema ku kantona Efrînê dagirker kiriye û baregeheke leşkerî li gund avakiriye û malbatên çeteyan li gund bi cih kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zeviyên zeytûnê yên Mihemed Hec Reşîd ê ji gundê Elimdara yê navçeya Raco xist, her wiha darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Hisên Evdikê Reşkê ji gundê Ciwêq ê herêma Efrînê birîn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku jimareyên nefermî beriya niha diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê heta niha 14 hezar hektar ji daran şewitandiye.

Revandina sivîlan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van rojên dawîn de bi dehan şêniyên Efrînê revandine. Ajansa me navên kesên ku hatin revandin peyda kirin, navên wan wiha ne: Ciwan Nûredîn Yûsif kurê Mistefa (25) ji gundê Bedîna li navçeya Mabata, Mihemed Mele Mihemed kurê Ebdilkerîm, Menan Mele Mihemed kurê Tahir, ciwana bi navê Roken Mele Mihemed keça Menan, Tahir Mele Mihemed kurê Menan, Kawa Omer kurê Cemal, Hisên Emîn, Arif Şêx Hemo kurê Ferîd, Mihemed Şêx Hemo û Besam Ehmed kurê Henan ji şêniyên gundê Ciwêq li herêma Efrînê ne û çarenûsa wan ne diyar e.

Her wiha welatiya bi navê Ezîme Menan Reşo (50) ji şêniya gundê Şêxûtka yê navçeya Mubata ev 10 roj e hatiye revandin û çarenûsa wê ne diyar e.

Li aliyekî din, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 4 erebeyan êrîşî mala Mihemed Kîbar kurê Yûsif a şêniyê gundê Bedîna li navçeya Mubata kir û ew revand, çarenûsa wî jî ne diyar e.

Her wiha welatiyê bi navê Bedir Helebî ji şêniyên navçeya Cindirêsê beriya mehekê hate revandin û îşkence lê hate kirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din