​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî 2 kesên din hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 2 kes revandin û birin cihekî nediyar.

Li Efrîna dagirkirî, sûcên dermirovî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa me, çeteyên navê polîsên leşkerî li xwe dikin jina bi navê Xedîce Henan (40) û hevjînê wê Îbrahîm Henan (47) li deriyê têketina Efrînê revandin û birin cihekî nediyar.

Çavkaniyan diyar kir ku Xedîce Henan û hevjînê wê ji gundê Kefer Zeyt ê navçeya Cindirêsê ne.

Li gorî çakvaniyan, aqûbeta her du kesan nayê zanîn.

(bb)

ANHA


Mijarên Din