‘Li Efrîna dagirkirî mirov nizane wê kengî were kuştin’

Koçberekî ku xwe ji pençên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li bajarê Efrînê xilas kiriye, diyar kir ku aramî û ewlehî li Efrînê tune ye û got: “Mirov nizane wê kengî were girtin, rastî diziyê bê na jî bê kuştin.”

Artêşa Tirk a dagirk û çeteyên xwe li dijî şêniyên Efrînê sûcan pêk tînin û hewl didin demografiya herêmê biguherînin û Efrînê vala bikin. Li hemberî vê rewşê civaka navneteweyî bêdeng e û azarên şêniyan hîn zêdetir dibin.

Welatiyê bi navê (M.B) ku nexwest nasnameya xwe eşker bike wiha got: "Heke tu bixwazî bijî, tu çi jî bikî jî, li Efrîna dagirkirî tu negihêjî vê xwesteka xwe. Mînaka min li ber çavan e; ez li mala xwe rûniştîbûm, teqînekê li kolana me rûda û ez ji mirinê filitîm."

TU ÇI BIKÎ JÎ, TU NAFILITÎ

Bûyerên li Efrînê qewimîne ku (M.B) vedibêj dişibin bûyerên di serdemên Naziyan de li dijî cihûyan pêk hatine, yên wekî nîjadperestî, koçberkirin, kuştin û gelek sûcên din.

(M.B) destnîşan kir ku tevî ew li malên xwe man, lê dîsa jî ji şerê çeteyan nefilitîn û dema çeteyan kolana Berîdê dagir kir, teqînekê li bajêr rûda û ew ji mirinê filitîn.

(M.B) wiha domand: "Em di teqînê de birîndar bûn, cîran û xizmên me em rakirin nexweşxaneyan. Piştre dema em vegeriyan mala xwe, tiştên me ji aliyê çeteyan ve hatibûn dizîn.”

(M.B) ev yek li gotina xwe zêde kir: "Ewlehî tune ye. Çete li ser dabeşkirina milkên sivîlan ku dizîne, bi xwe bi hev dikevin û di encamê de sivîlên bê guneh birîndar dibin.”

DEMOGRAFIYA HIN GUNDAN HATE GUHARTIN

(M.B) têkildarî guhartina demgrafiya gundekî navçeya Şiyê axivî û da zanîn ku gundên wan ji 60 malan pêk dihat, lê niha tenê 15 mal mane û malên hatine valakirin, malbatên çeteyan tê de bi cih bûne.

Her wiha piştrast kir ku li zeviyên zeytûnanan ên li derdora gund jî gelek kon hatine vedan û çeteyan dest daniye ser erdên çandiniyê yên şêniyên gund.”

(M.B) destnîşan kir ku rêjeya welatiyên Kurd ên li Efrînê ji sedî 15 ye, ku beriya niha ji sedî 97 bû.

ROJANE SIVÎL TÊN REVANDIN

(M.B) bal kişand ser kiryarên neqanûnî yên çeteyan ên wekî kuştin û revandin û got ku jineke Kurd li gundê Qîbarê tevî ku endama Meclisa Herêmî bû jî, hate revandin û piştre hate kuştin û cenazeyê wê avêtin erdên vala.

Koçberê ji Efrînê eşkere kir ku di demên dawîn de sûcên revandinê hema bêje rojane pêk tên, ji ber ku kesên bi çeteyan re kar dikin, raporan der barê mal û milkên malbatên Efrînî de ji çeteyan re radigihînin.

(M.B) di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku çete bi armanca wergirtina fidyeyan sivîlan direvînin. Komên ku herî zêde van sûcan pêk tînin, koma “Sultan Silêman Şah” û koma “Emşat” in.

(eh)

ANHA


Mijarên Din