Li Ehresê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ragihand.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 5 Tebaxê (duh) de ragihand ku kesekî ku bi Koronavîrusê ketibû li herêma Şehbayê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Şaneya Aloziyê ku yek ji kesên ku Koronavîrus bi wan re heye, li navçeya Ehres a girêdayî kantona Şehbayê bi gel re dan û standin kiriye. Ji ber wê Şaneya Aloziyê qedexeya derketina derve ya giştî li ser navçeyê ferz kir û dest bi testan ji şêniyan re kir.

Şaneya aloziyê bang li hemû şêniyan kir ku tedbîrên parastinê yên ji aliyê  şaneyê ve hatine derxistin, pêk bînin ji bo pêşlîgirtina li belavbûna nexweşiyê.

ANHA


Mijarên Din