Li El-Şehîl kesên nenas ciwanek qetil kirin

Kesên ne nas îro ciwanê bi navê Ewac Ibrahîm El-Xezam ji şêniyên bajarokê El-Şehîl a gundewarên rojhilata Dêrazorê qetil kirin.

Nûçegihana me ragihand ku 2 kesên ne nas li ser motorsîklêtek, gule berdan Ewac û di encamê de yekser jiyana xwe ji dest da.

Şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ'ê di demên dawîn de çalak bûn û bi dehan bûyerên qetilkirinê li dijî sivîlan û nemaze jinan pêk anîn.

Beriya du rojan cenazeya jinekî serjêkirî li bajarokê El-Sebha yê gundewarên rojhilata Dêrazorê hate dîtin.

(dm)

ANHA


Mijarên Din