Li eniyên Idlibê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de şer

Îro di saetên sibê de di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk li eniyên başûr û rojhilatê Idlibê, şer derket.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku îro di saetên sibê de di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk de li eniya El-Fitêra ya başûrê Idlibê şer derket, her wiha hêzên rejîmê herêmê topbaran kir.

Li eniya Seraqib a gundewarên rojhilatê Idlibê di navbera her du aliyan de şer derket. Hêzên hikûmetê hewl dan ber bi hindek nuqteyên ku çeteyan dagir kirine, biçin. Her wiha hêzên hikûmetê bi dijwarî nuqteyên şer li herêmê topbaran kir.

Navenda Çavdêriyê diyar kir ku hêzên hikûmetê 2 çeteyên dewleta Tirk li eniya gundewarên Idlibê, dîl girt.

bx


Mijarên Din