Li Enqereyê dê sibê civîna Rûsya-Tirkiyê der barê Idlibê de li dar bikeve

Di nava tawanbariyên binpêkirina agirbesta nû û rêkirina dewleta Tirk a amadekariyên leşkerî yên mezin li Idlibê de, dê sibe li Enqereyê civîna Rûsya-Tirkiyê li ser asta pisporan pêk bê da ku rewşa Idlibê nîqaş bikin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku dê sibê bi şandeya Rûsyayê re li Enqereyê bicive da ku rewşa Idlibê nîqaş bikin.

Piştî Rûsya û dewleta Tirk beriya çenda rojan peymaneke nû ya agirbestê li Idlibê ragihand, dê ev civîn pêk bê. Lê hikumeta Sûriyê çeteyên dewleta Tirk tawanbar kirin ku gelek caran peyman binpê kir.

Girêdayî mijarê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku di nava saetekê de dewleta Tirk zêdetirî 260 alavên leşkerî derbasî Idlibê kirin. Her wiha hejmara alavên ku dewleta Tirk ji destpêka agirbesta nû ve derbasî Idlibê kirine, gihîşt 600’î û bi sedan leşker.

Di meha borî de Rûsya û Tirkiyê 3 civîn der barê Idlibê de li dar xistin, lê negihîştin tu encaman. Her wiha Rûsyayê dewleta Tirk bi napêkanîna peymanên Soçî û Astanayê tawanbar kir.

(fr)


Mijarên Din