Erebeyeke artêşa Tirk a dagirker li bajarokê Etarib ê li bakurê rojavayê Helebê, di dema dewriyeyê de da ser dayikekê û keça wê. Di encamê de dayik û keça wê jiyana xwe ji dest da.
Piştî bûyerê xelkê bajarokê kevir avêtin erebeyê û ev yek şermezar kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandibû ku di destpêka meha Mijdarê de li Serêkaniyê erebeyeke artêşa Tirk dabû ser zarokeke keçîn.