Li Ewropa ji ber Koronavîrûsê zêdetirî 45 hezar kes mirin

Li gorî serjimariya ku ajansa rojnamegeriyê ya Fransa amade kiriye ji ber Koronavîrûsê zêdetirî 45 hezar kes li Ewropa, bi rêjeya ji sedî 85 li Îtalya, Spanya, Fransa û Britanyayê mirine.

Ewropa parzemîna herî zêde bi Covîd -19 bandor bûye. Heta niha li gorî agahiyên fermî ji bingeha 627 hezar û 203 kesên ku nexweş ketine 46 hezar û 33 kes mirine.

Li ser asta cîhanê li gorî hejmara miriyan Îtalya di pileya yekemîn de ye. Mirina 15 hezar û 363 kesan ji ber Koronavîrûsê hatin belgekirin. Spanya jî di pileya duyemîn de ye, tê de 11 hezar û 744 kes mirine. Li Fransa 7 hezar û 560 kes û li Britanya 4 hezar û 313 kes mirine.

Li Britanya di rojekê de 708 kes mirin. Ji ber wê vîrûs bi lez belav bû û bû sedema mirina 4 hezar û 313 kesan.

Beriya wê jî li Britaniya roja Înê mirina 684 kesan hatibû ragihandin, piştî ku roja Pêncşemê mirine 569 kesan hatibû ragihandin.

Koronavîrûsê ya ku li Çînê derketiye, bû sedema nexweşiya zêdetirî milyonek û 186 hezar kesî li ser asta cîhanê. Lê hejmara miriyan 64 hezar kes derbas kir.

Ji aliyekî din ve hejmara kesên ku ji vîrûsê sax bûne, 246 hezar kesan derbas kir. Li Çînê jî piştî başbûna nexweşan bi rêjeya ji sedî 90 êdî Koronavîrûs qels bûye. Tevî wê jî tedbîrên ku girtibûn bi baldarî radike ji tirsa ku pêlek belavbûna nexweşiyê dîsa destpê bide.

(şx)


Mijarên Din