Li Ewropayê pêla duyemîn a Koronavîrusê

Gelek dewletên cîhanê qeydên ku ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê hatibûn girtin, hêdî hêdî radikin. He wiha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku dibe ku ev vîrus her tim hebe.

Belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li tevahî cîhanê didome. Li gorî daneyên fermî ku hejmara nexweşên vîrusê heta niha bûye 4 milyon û 722 hezar û ji wan milyonek û 813 hezar kes baş bûne û 313 hezar kes jî mirine.

Gelek lêkolîneran ragihand ku peydakirina dermanê ji vîrusê re dibe ku 18 mehên din bidome. Ji ber wê jî gelek dewletan tedbîrên ku girtibûn, sivik kirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyariyek da û got: "Divê dewletên Ewropayê amadekariyên pêla duyemîn ji vîrusê bikin, ji ber vîrus hê bi dawî nebûye."

Gerînendeyê herêma Ewropayê yê WHO’yê Hans Klug rojnameya Telegraph a Brîtanyayê re têkildarî dewletên ku qeydên derketina derve sivik kirine, hişyarî da û got: "Niha dema amadekariyê ye, ne dema pîrozkirinê ye."

Her wiha destnîşan kir ku kêmbûna nexweşên vîrusê li dewletên wekî DYA, Fransa û Îtalyayê nayê wateya ku vîrus ber bi dawiyê ve diçe.

(bx)


Mijarên Din