Li Eyn Îsa û Girê Spî bîlançoya êrîşên mehekî

Di meha Adarê de êrişên dagirkeriyê yên li dijî Eyn Îsa û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber dewam kir. Li gorî daneyên nefermî, hêzên dagirker 18 caran êriş kir û hêzên xweparastina meşrû jî bersiv da û di pevçûnan de 9 çete hatin kuştin, balafireke bêpîlot a dewleta Tirk hate xistin, erbeyeke ku çeka doçka li ser, hate îmhakirin. Di êrişan de sivîlek û şervanekî QSD’ê jî şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker qada dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina DYA û Rûsyayê  berfirehtir kir û her çend Neteweyên Yekbûyî (NY) bi sedema Koronavîrusê (Covid-19) banga agirbestê kiribe jî, êrişên xwe bê navber bedewam dike.

Di meha Adarê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çetyên wê yên li dijî Eyn Îsa û Girê Spî û Tıl Temır, Zirgan bê navber dewam kir. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Meclisa Leşkerî ya Suryanî li ser esasê parastina meşrû besiv da êrişan û êriş hatin têkbirin.

Di êrişên dagirkerî û komkujiyê de cihwarên sivîlan yekser hatin hedefgirtin û navendên leşkerî yên hêzên hikumeta Sûriyê û Rûsyayê jî ji êrişan para xwe girt.

Her çend hêzên Rûsyayê û yên artêşa hikumeta Sûriyê jî hatin hedefgirtin, heta niha wan hêzan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tu bersiv nedaye. Şervanên QSD’ê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî ku bi erka parastina Til Temirê radibin, parastina meşrû ya aktîf bê navber domand.

Jİ QSD’Ê BANGA AGİRBESTEKE MİROVÎ

Fermandariya Giştî ya QSD’ê di 24’ê Adarê de destnîşan kir ku dê ji ber Koronavîrusê (Covid-19) ku tevahiya cîhanê tehdît dike, di pozîsyona parastina meşrû de bimînin û banga agirbesta mirovî li hemû hêzên li Sûriyê kir. Lê belê dîsa jî dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên li dijî herêmê berdewam kirin.

Bîlançoya êrişên li ser Eyn Îsa û Girê Spî ya meha Adarê wiha ye:

2 Adar: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kampa Eyn Îsayê, rêya M4 û gundên bi ser navçeyê ve topbaran kirin.

2 Adar: Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Silîp ê Girê Spî topbaran kir.

3 Adar: Artêşa Tirk û çeteyên wê, gundên Qizelî, Silîp û Xerabsahrûç ên Girê Spî bombebaran kirin.

5 Adar: Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê, gundên Korhesen û Silîp ên Girê Spî bombebaran kirin.

- Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrişî rêya M4 a navneteweyî kir û li ser vê yekê hêzên wan bersiv daye û di encamê de 2 çete hatine kuştin û şervanekî wan jî birîndar bûye.

- Balafireke bêpîlot a artêşa Tirk ku li ser xeta rêya M4 û gundê Şergirak ê Eyn Îsa difiriya, ji hêla şervanên QSD’ê ve hate xistin û îmhakirin.

7 Adar: Dewleta Tirk û çeteyên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ku ji çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê berhev kirine, êrişî gundên Eyn Îsayê û rêya M4 kir.

- Dagirkeran gundên Xalidiye û Xoşab ên Girê Spî û kampa koçberan a Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kirin.

- Li gundê Xalidiyê sivîlek di bombebaranê de birîndar bû.

10 Adar: Hêzên dagirker gundê Dibis ê Eyn Îsayê bombebaran kir û deverên sivîl lê bi cih bûne, kirin hedef.

11 Adar: Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Mişêrf ê Eyn Îsayê topbaran kir.

15 Adar: Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Xoşan ê Eyn Îsayê topbaran kir.

16 Adar: Dewleta Tirk û çeteyên wê hewldana êrişê li dijî gundê Belûna yê Girê Spî yê li ser rêya M4 kir û şervanên QSD’ê bersiv da. Di şer de serçete Elaî Idlibî û 4 çete hatin kuştin.

19 Adar: Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrişên dagirkeriyê birin ser gunên Xoşan û Xalidiye yên Eyn Îsayê.

25 Adar: Artêşa Tirk û çeteyên wê, gundê Fatsa yê Eyn Îsa û M4 bombebaran kirin û cihwarên sivîlan kirin armanc.

27 Adar: Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyda yê Eyn Îsayê topbaran kir.

30 Adar: Li gundê Xoşan ê Eyn Îsayê şervanên QSD’ê bersiv da artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê û erebeyeke bi doçka li gel 2 çeteyên tê de, hate îmhakirin.

31 Adar: Li gundê Dibis ê Eyn Îsa di encama topbarana artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê de têlên kehrebeyê qetiyan. Xebatkarên ku xwest têlan temîr bikin, bi topbaranê hatin hedefgirtin.

Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hê jî bê navber berdewam dikin.

ÇI BÛBÛ?

Bi navê “herêma ewle” di 9’ê Cotmeha 2019’an de saet di 16.00’an de dewleta Tirk û çeteyên wê yên bermahiyên DAIŞ’ê dest bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û Girê Spî û Eyn Îsa hem ji hewa ve hem jî ji bejahiyê ve dan ber topbaran û bombebaranê.

Li Serêkniayê şervanên QSD’ê 9 rojan li dijî bi deh hezaran çete û çekên pêşketî yên artêşa Tirk a dagirker û piştgirên wê yên navneteweyî, bi berxwedaneke destanî li ber xwe da.

Dema ku şer berdewam dikir, di navbera QSD û artêşa Sûriyê de di 13’ê Cotmehê de peymaneke leşkerî pêk hat û artêşa Sûriyê leşker şandin Tebqa, Minbic, Kobanê û Til Temirê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bi navbeynkariya cîgirê serokê DYA’yê Mike Pence û bi erêkirina QSD’ê di 17’ê Cotmehê de di navbera QSD’ê û dewleta Tirk de ji bo herêma di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de peymana agirbestê hate çêkirin.

Ji bo ku qetlîamên pêkan asteng bike û nehêle li herêmê ‘paqijiyeke etnîk’ bê kirin, Fermandariya Giştî ya QSD’ê biryar da ku hêzên xwe 30 km bikişîne dûrî sînorê di navbera Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Di 22’yê Cotmehê de vê carê Rûsya ket dewreyê û li gorî peymana Soçiyê ya bi dewleta Tirk re, dê dewleta Tirk êrişên xwe rawestandana û QSD’ê hêzên xwe 30 km paşve bikişandana. Bi vî awayî careke din jî li ber çavê tevahî dinyayê eşkere bû ku pirsgirêk ne Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye lê belê dewleta Tirk a dagirker bi xwe ye. 

QSD paşve kişiya lê yekîneyên parastina navxweyî û hêzên çekdar ên ewlehiyê ji bo ku gel biparêzin li herêma sînor man. Lê dîsa jî artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê navber neda êrişên xwe.

ANHA


Mijarên Din