Li Eyn Îsayê 3 birayên şervan ên ji pêkhateya Ereb

3 birayên şervan di nava QSD’ê de bi hev re cih digirin û li dijî dagirkeran li kelêka hev li ber xwe didin.  Şervanên bira piştî têkbirina DAIŞ’ê niha jî axa xwe ji dagirkeran diparêzin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her malekî de yan şehîdek yan jî şervanek heye. Axa herêmê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Hemû şervan di çeperên berxwedanê de bi bawer in ku heya dawî li dijî dagirkeran şer bikin û encama serkeftinê bigirin. Dizanin ku heya ax û welatê wan azad nebe ew ê nekarin di nav keyfxweşî û azadiyê de bijîn.

Şervan, Hêzên Sûriya Demokrtatîk (QSD) wek malbateke mezin pênasê dikin. Hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Aşûrî, Tirkmen di nav vê refa mezin de cih digirin. Gelek ji wan hev nas nakin destpêkê, lê armanca wan dihêle ku yekser hev hembêz bikin.

AXA XWE JI DAGIRKERAN DIPARÊZIN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiyane. Yek ji hedefên dagirkeran, dagirkirina bajar û gundewarên Eyn Îsayê ye ku rojane êrişî wan dikin. Di çarçoveya parastina rewa de şervanên QSD’ê li bajarê Eyn Îsa bersiva êrişan didin.  Di nav refên berxwedanê de çîrokên cur bi cir ên şervanan hene.

Yek ji wan çîrokên berxwedanê yên bajarê Eyn Îsa jî 3 birayên şervan in; Ebid Mihemed Casim, Îbrahîm Mihemed Casim û Ebdilah Casim Mihemed. Her sê bira ji pêkhateya Ereb in û ji bajarê Reqayê ne. Ev her sê şervan di sala 2017’an de piştî kiryarên çeteyên DAIŞ’ê û ji bo parastina şoreşa Rojavayê Kurdistanê tev li hêzên QSD’ê dibin.  Piştî têkbirina DAIŞ’ê niha jî li dijî dagirkeran axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêzin. 

Îbrahîm Mihemed Casim ji bo parastina ax, têkbirina êrişan û jiyaneke xweş bi her du birayên xwe re di çeperên pêş ên li bajarê Eyn Îsa de ye. Ji bo êrişên hovane Mihemed Casim dibêje: “Dagirkerên ku dixwazin erdê me dagir bikin, wê werin tepeserkirin.”

50 ROJAN DI ZINDANA DAIŞ’Ê DE MA

Casim ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ku Reqa dagir kiribû, tê girtin û 50 rojan di zindanê de dimîne. Li ber çavê wî çete gelek kiryarên hovane wekî serjêkirina mirovan, îşkenceyê pêk tînin. Ji bo  wê jî tê dikoşe ku kiryarên wiha venegerin û dibêje: “Me li dijî DAIŞ’ê şer kir, ji bo azadiya gelê xwe, niha jî ji bo parastina gelê xwe li ber xwe didin û şer dikin.”

Ebdilah Casim Mihemed jî wiha axivî: “Li dijî êrişan me nikaribû bê deng û xemsar buna, ji ber wê jî me cihê xwe bi birayên xwe re di nav QSD’ê de girt. Niha birayê me yê din li Dêrazorê ye. Ez û du birayên xwe mil bi mil li ber xwe didin. Ev hêzêke gelekî mezin e. Morala me jî bilind e û em keyfxweş in.”

Ebîd Casim Mihemed jî tîne ziman ku ev ax, axa wan e û cihê dagirkeran li wê tune ye.

Her 3 birayên şervan bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tev li QSD’ê bibin û axa xwe biparêzin.  

ANHA


Mijarên Din