Li Eyn Îsayê bi dehan hektar zevî şewitîn

Vê sibehê li gundewarên navçeya Eyn Îsayê bi dehan hektarên zeviyan şewitîn.

Vê sibehê saet di 10:00’an de ji aliyê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê li ser rêya ku diçe bajarê Reqayê, şewateke mezin çêbû.

Şewatê ji herêma Xurbe Elaya ber bi Til Xinzîr ve dest pê kir. Ev her du herêm jî digihîjin navçeyê ji aliyê rojhilat ve.

Erebeya agirkujiyê karî di navbera 45 deqeyan de ku berê xwe daye cihê şewatê, vemiranda. Lê ev dem jî bes bû tevî leza ba ku nêzî 50’î hektar bişewitîne.

Li aliyekî dîtir jî aliyên pêwendîdar der barê sedemên pêketina şewatê de ku berê DAIŞ’ê di vê mehê de hilgirtibû ser, lêpirsîn dike.

Ev şewata 4’emîn e li herêma Eyn Îsayê pêk tê. Di dirêjahiya vê mehê de bi hezaran hektarên çandiniyê li gundewarên rojavayê navçeya Eyn Îsayê şewat pêk hat.

(fr)

ANHA


Mijarên Din