Li Eyn Îsayê çalakiya konvedanê dest pê kir

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê, komkujiyên Tirkiyê û çeteyên wê û bêdengiya navdewletî li navçeya Eyn Îsayê dest bi çalakiya konvedanê kirin. Di roja yekemîn a çalakiyê de şêniyên bajarê Minbic, Eyn Îsa û koçberên Girê Spî amade bûn.

Meclisa kantona Girê Spî bi hevkarî û koordîneya Meclisa Navçeya Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina dagirkeriyê û ji bo ku bang li civaka navdewletî bikin bilivin û dewleta Tirk û çeteyên wê ji axa Sûriyê ya ku dagir kiriye derxîne çalakiya konvedanê da destpêkirin.

Her du konên çalakiyê li qada giştî li navenda navçeya Eyn Îsayê ya li herêma Firatê hatin vedan. Bi sedan koçberên bajarê Girê Spî, şêniyên navçeya Eyn Îsa û Minbicê tev li çalakiyê bûn.

Çalakvanan pankertên bi nivîsên `Gefên Tirkiyê israr û hêza me zêde dike`, `Ji yekitiya axa Sûriyê û gelê wê re erê` û `Em bang li civaka navdewletî dikin ku me vegerînin malên me` û alên Hêzên Sûriye Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Minbicê hildan.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navên Meclisa Kantona Girê Spî endamê rêveber Sebrî Nebo, Rêveberiya Sivîl a Minbicê hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xeyrî Şêxo û şêniyên bajarê Minbicê Hisên Hemîdî axaftin hatin kirin.

Axaftvanan bêdengiya navdewletî li hember komkujiyên artêşa Tirk a dagirker der heqê sivîlan de şermezar kirin.

Hisên Hemîdî bi navê şêniyên Minbicê axivî û got: "Erdogan ji projeya xwe ya DAIŞ`î têkbirina yekitî û hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike. Em bang li civaka navdewletî dikin ku bi Tirkiyê re di qetilkirina gelên Sûriyê de nebe şirîk û helwesta xwe diyar bike. Her wiha rola xwe ji bo derxistina dagirkerî ji axa Sûriyê bilîze."

Di çalakiyên de dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û silavkirina berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk hatin berzkirin.

Dema bi dawîbûna çalakiya nehate diyarkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din