Li Eyn Îsayê meşa ji bo Rêber Abdullah Ocalan

Xelkê navçeya Eyn Îsayê bi meşekê biryara qedexekirina hevdîtinê li Rêber Abdullah Ocalan heta 6 mehên din şermezar kir û bal kişand ser girîngiya mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.

Bi sedan şêniyên navçeyê û koçberên kantona Girê Spî ji pêşiya Mizgefta Mezin a li navçeyê dest bi meşê kir. Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star rakirin û bênavber dirûşmeyên mîna “Bê serok jiyan nabe” , “Bijî serok Apo”, berz kirin.

Meş li Çarxerêya Şehîd Cûdî veguherî mitîngê. Li wir Endama Kongra Star Hedle Hec Muslim axivî.

Hedle bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li girtîgeha Îmraliyê û got: “Desthilata Tirkiyeyê zêdetirî 2 sal in tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Bi wê yekê dixwaze îradeya wî bişikîne, ji ber ku gelên azadîxwaz fikrên Rêber Ocalan wekî rêya pêkanîna azadî, edalet, demokrasiyê dibînin.”

Hedle, bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar a li hember kiryarên dermirovî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê, rexne kir.

Hedle bal kişand ser girîngiya mezinkirina têkoşînê ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.

(c)

ANHA


Mijarên Din