Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide û Rûsya bê deng e

Artêşa Tirk a dagirker tenê 100 metre dûrî mezintirîn baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Eyn Îsayê, herêmê topbaran dike. Li hemberî vê rewşê Rûsya ku aliyê garantor e, li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bê deng e.

Nuqteyên artêşa Tirk rojane bajarokê Eyn Îsayê û gundên derdorê dikin armanc. Di 22`yê Cotmeha 2019`an de di encama civîna Soçiyê de ya di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de, biryara agirbestê jî hate dayîn, lê dîsa jî artêşa Tirk a dagirker pîvanan binpê dike.

Di encama sûcên artêşa Tirk ên li Eyn Îsayê de, di hefteyekê de li taxên bakur ên Eyn Îsayê 11 sivîl birîndar bûn. Di nava wan de, dema artêşa Tirk ji nuqteyên bakurê rêya M4 top avêtin, zarokekî 3 salî birîndar jî bûbû.

Di navbera 17 û 23`yê Mijdarê de mezintirîn rageşî çêbû û derdora 250 heta 300 top li nêzî mezintirîn baregeha Rûsyayê ya li bajarê Eyn Îsayê ketin.

Bi sedan şêniyên Eyn Îsayê daketin qadan, li pêşiya baregeha Rûsyayê protesto kirin û bang li Rûsya û hikumeta Şamê kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker bisekinînin.

Piştî êrişên Tirk ên dawîn, Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi daxuyaniyekê bêdengiya Rûsyayê û hikumeta Şamê li eniyên şer rexne kir, ji ber hikumeta Rûsyayê ganator e û çavdêriya parastina herêmê û biryara agirbestê jê tê xwestin.

Roja Yekşema derbasbûyî dema artêşa Tirk a dagirker gelek top avêtin nêzî rêya M4`ê, dewriyeya Rûsyayê tevî panzêrên xwe li ser rêya M4`ê bû û yekser vegeriya baregeha xwe ya li bajarok.

QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bi çekên giran êrişî nuqteyên leşkerî yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên nêzî rêya M4 kir.

QSD`ê roja Sêşema derbasbûyî bi daxuyaniyekê piştrast kiribû ku şer 9 saetan dewam kir û di encama êrişê de 18 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, di nav wan de serçeteyekî DAIŞ`ê yê berê yê bi navê Îsmaîl Îdo hebû, paşê bi navbeynkariya Rûsyayê dewleta Tirk derbasî gundê Malik bû û cenazeyên çeteyan hilgirtin.

(eh)


Mijarên Din