Li Ezazê 2 çete hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan li Ezazê li hember çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên sekvaniyê li dar xistine û di encamê de 2 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li gundên Kilcibrîn û Kefer Xaşir ên Ezazê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakiyên sekvaniyê li dar xistine û di wan çalakiyan de 2 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li Efrîn û derdora wê, li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bibandor ên şervanên me berdewam dikin.

1. Di 26’ê Nîsanê de li gundê Kilcibrîn yê girêdayî herêma Ezazê ji aliyê hêzên me ve bi çalakiyeke sekvanî çeteyekî arteşa Tirk hat hedefgirtin, di encamê de ev çete hat kuştin.

2. Di 28 Nîsanê de, li gundê Kefer Xaşir yê girêdayi herêma Ezazê hêzên me çalakiyeke din a sekvanî li hember paygeheke çeteyên Ceyş el-Watanî li dar xist, di encamê de çeteyek hate kuştin.”


Mijarên Din