Li Ezazê 7 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya wan a duh a li dijî çeteyên artêşa Tirk a li Ezazê de, 7 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne. Her wiha erebeyek û 2 çeper hatine rûxandin û çekeke A4 jî desteser kirine.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku duh li gundê Kefer Xaşir ê Ezazê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. HRE’yê diyar kir ku di çalakiyê de 2 çeper û çekeke A4 hatine rûxandin û 3 çete hatine kuştin, çeteyek jî birîndar bûye. Her wiha li heman gundî çalakiyeke sabotajê jî pêk hatiye û di wê çalakiyê de jî erebeyeke çeteyan hatiye rûxandin û 4 çeteyên tê de hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya HRE’yê de wiha hate gotin:

“Hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û derdora wê berdewam dikin.

Di 3’yê Îlonê de hêzên me ji 3 baskan ve êrîşeke berfireh bir ser baregeh û çeperên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Kefer Xaşir ê girêdayî herêma Ezazê, şervanên me bi çeteyan re şerê rû bi rû kir û derbên giran li wan dan. Di encama şer de 2 çeper hatin rûxandin, 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû, her wiha çekek A4 jî hat rûxandin.

Hemwextî wê, li heman gundî hêzên me bi çalakiyeke sabotajê seyareyeke leşkerî ya çeteyan rûxand û tê de 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”


Mijarên Din