Li Ezaz û Racoyê şênî li dijî dagirkerî û îtîlafê rabûn

Li herêma Ezaz û navçeya Raco ya Efrînê ya dagirkirî şênî li dijî dagirkerî û Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê rabûn.

Li herêma Ezazê ya dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, şênî li dijî biryara vekirina buroyên "Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê" ya girêdayî Tirkiyê rabûn.

Şêniyên herêma Ezazê ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kiriye; li dijî biryara vekirina buroyên "Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê" ya girêdayî Tirkiyê xwepêşandan li dar xistin. Şêniyên pankartên li dijî îtîlafê vekirin û banga derxistina wan ji herêmê kir. Her weke berpirsyartiya aloziya Sûriyê û binkeftina şoreşa wê hilgirt ser wê.

Li navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî, şênî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rabûn.

Li herêmên dagirkirî alozî, tunebûna ewlehiyê, her wiha sûcên qetilkirin, revandin û talankirina milkên sivîlan rû didin.

ANHA


Mijarên Din