Li Ezazê şer rû dide: Herê kêm 7 kes hatin kuştin

Li Ezazê di navbera çeteyên dagirkeriya Tirkiyê û eşîra Icêl  de şer diqewime, ji herdu aliyan ve herî kêm 7 kes hatin kuştin.

Çavkaniyên herêmî ji bajarê Ezazê ji ANHA‘yê re diyar kirin ku danê êvarê di navbera çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê û eşîra Icêl de şer derket, sedema şer nehat naskirin.

Li gorî agahiyan di şer de herî kêm 7 kes ji herdu aliyan ve hatin kuştin.

Şer berdewam e.

ANHA

 


Mijarên Din